Nadin Maenza: Dewleta Tirik êrişî baweriyên herêmê dike

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza diyar kir ku dewleta Tirk li gorî hevpeymana agirbestê tevnagere û êrîşî ol û neteweyên herêmê dike.

Nadine Maenza ku beşdarî Konferansa Ol û Baweriyan a Navnetewî bûbû, beşdarî bernameya Î -Roj a Ronahî Tv bû:

Menza diyar kir ku dema ew hat herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê wê dît ku çawa dewleta Tirk di bin navê îslamê de êrişî herêmê dike.

Maenza da zanîn ku dema ew vegera welatê xwe ew ê hewl bide ku zextê li hikûmeta Emerîka bike, da ku ew jî zextê li Tirkiyê bike ji bo ku, ji herêmên dagir kirine derkeve û êrîşî ti ol û baweriyan din neke.

Maenza bal kişand ser binpêkirinên Tirkiyê a peymanên navnetewî û destnîşan kir ku divê Tirkiyê li gorî peymanên agirbestê yên sala 2019’an tevbigere.

Nadine Maenza girêdayî cezayên qanûna Qeyser ku li ser Sûriyê hatiye ferzkirin jî destnîşan kir ku ew ê ji hikûmeta welatê xwe daxwaz bike ku qanûna Qeyser ji ser bakur û rojhilatê sûriyê were rakirin û tenê li ser herêmên di bin destê rejîma baas de, bimîne.

Back to top button