Nijadperestan li Stenbolê ciwanekî din yê ji Sûrîyê qetilkirin

Li Tirkiyê êrişên nijadperest û faşîst yên li dijî welatiyên Sûriyê dewam dikin. Komeke nijadperestên Tirk, ciwanekî din yê bi navê Naîl Al-naîf ê ji Sûrîyê, li mala wî ya li Bayrampaşa ya Stenbolê bi awayek hovane qetilkirin.

Duh şev, komeke nijadperest êrişî mala ciwanê bi navê Naîl Al-naîf ê 19 salî yê ji Sûrîyê kirin.

Hat gotin, koma nijadperest a ku rûye xwe nixûmandibûn, bi kêr û çekan di ser malê de girtin.

Di êrişê de, cîwanê 19 salî di xewê de bi derbên kêr an ku li sînga wî xistin, ew qetilkirin.

Koma nijadperest piştî ku Naîl qetilkirin, kesên di bînayê de jî derbkirin.

Di hefteyên derbasbûyî de jî, li Îzmîr ê, 3 ciwanên ji Sûrîyê bi awayek hovane di xwewê de, bi benzînê hatibûn şewitandin û qetilkirin.

Back to top button