Zehra Silêman: Li hemberî êrişan em rêxistina xwe xurt dikin

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman diyar kir ku êrişên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê, hemû di yek çarçoveyê de tên amadekirin û got: “Ji ber ku van deveran xwe li ser projeya xweseriyê ava kirine, dixwazin wan tine bikin.” Zehra da zanîn ew ti carî dest ji xweseriya Şengalê bernadin û ji bo vê herdem li ber xwe bidin.

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidxanê (PADÊ) Zehra Silêman, li ser êriş û lîstikên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava û xwerêxistinkirina civaka Êzidî, nirxandin kir.

Zehra Silêman bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û diyar kir ku ew li hemberî êrîşên ku tên kirin, xwe bi rengekî xurtir rêxistin din û got:

“Ji bo karibin vê civakê tine bikin, bawerî û çanda Êzidiyan ji holê rakin bi rêbazên cuda êriş pêk anîn.

Civaka Êzidî, ji dîrokê heta roja îro, xwedî vîn û tekoşîne û radestî dagirkeran nabe.

Em ê ji bo xweserî û statuya Şengalê her dem li ber xwe bidin.”

Zehra Silêman: Êrîşên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê di heman çarçoveyê de ne

Zehra Silêman da xuyakirin ku êrişên li ser Şengal, Rojava û Mexmûr hemû di çarçoveya yek pilanê de tên amadekirin û ev tişt anî ziman:

“Ji ber ku van deveran xwe li ser projeya xweseriyê ava kirine, dixwazin wan tine bikin.

Dewleta Tirk ji bo ku vê projeyê tine bike, êrîşî van herêman dike.

Zehra Silêman da zanîn ku piştî êrişan keç û xortên Êzidî ji bo ku xaka xwe biparêzin, xurtir tevlî hêzên leşkerî yên YBŞ/YJŞ’ê dibin û wiha domand:

“Roj bi roj ev vîn mezintir dibe.

Gel giha wê astê ku eger xwe neparêze kes wan naparêze.”

Zehra Silêman: Xweserî mafê Êzîdî û hemû gelan e

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman di dawiyê de destnîşan kir ku, ew li ser raman û felsefeya Rêber Apo û modela Modernîteya Demokratîk; xwe ji nû ve avakirine û got:

“Xweserî mafê Êzidî û hemû gelan e.

Bi vê projeyê rê nayê dayîn ku siyaseta îmha û înkarê li ser me bê kirin.

Ev model pêşiya qirkirina mirov û gelan digire.”

Back to top button