LEYLA GUVEN 190 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîdê her ku diçe berxwedan mezintir dibe. Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi israr dewam dike. Leyla Guven ku pêşenga çalakgerên grevê ye, îro 190 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Tevî greva birçîbûnê, çalakgerên rojiya mirinê jî bi israr çalakiya xwe didomînin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan di roja 190’î de ye.

190 roj in Leyla Guven, tevî hemû zehmetiyan jî li ber xwe dide.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê kanûna 2018’an dest pê kiribû bi biryar didome.

Ev çalakî îro di roja xwe ya 152’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirine 77 rojin li ber xwe didin.

Tevî grevên li girtîgehan, grevên li derve jî bi biryar dewamin.

BERXWEDANA DERVEYÎ GIRTÎGEHAN JÎ DEWAM DIKE

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 130,

Gurbet Ektîren 121,

Mahsun Şen 132,

Mûrat Aksin 63,

Semra Alkan 130,

Hiznî Kilinç 76 û Îhsan Sinmiş 79 roj in di grevê de ne.

ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didome.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 17’emîn de li dare.

Her wiha Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir, di roja 7’an de ye

ÇALAKGERÊ ROJIYA MIRINÊ ŞIK: JI BO JIYANÊ ME DI VÊ TÊKOŞÎNÊ DE CIH GIRT

Yek ji van çalakgerên rojiya mirinê Bûrhan Şik e.

Bûrhan Şik li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Amedê, di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe ya grevê veguherand rojiya mirinê.

Şik diyar kir ku ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girtine û got:

“Heta tecrîd bi dawî nebe wê têkoşîna me berdewam bike.”

ÇALAKGERA ROJIYA MIRINÊ ÇEŞME: EM BI BAWERIYÊ XWE XWEDÎ DIKIN

Her wiha Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê jî Ardil Çeşme ku 25 sal in girtiya di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê.

Ardil Çeşme bilêv kir ku ew tenê bi avê û baweriyê xwe xwedî dikin û got:

Berxwedan, ne destûrgirtina ji kesên te tune dike ye lê li dijî wan sekinandina mirov e.”

Tevî rojiya mirinê ya li zindanên Tirkiyê li bajarê Silêmaniyê jî şêniyê bi navê Merwan Memduh Ozdemir, ev 3 roj in li dijî tecrîdê dest bi rojiya mirinê kir.

Leave a Reply

Back to top button