Desteya Perwerdeyê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir

Desteya Perwerdeyê a Herêma Firatê girtina mamosteya Kurd Zara Mihemed şermezar kir û girtina wê weke qirkirina zimanê dayîkê bi nav kir.

Desteya Perwerdeyê a Herêma Firatê îro bi daxuyaniyekê girtina mamosteya Kurd Zara Muhemedî ji hêla Rêjîma Îranê ve şermezar kir.

Daxuyanî li Peymangeha Viyan Amara a li Kantona Kobanê bi zimanê Kurdî, Erebî û inglîzî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girnîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê.

Her wiha hate gotin ku dijminên Kurdan bi her awayî zimanê Kurdî qedexe dikin û kesê perwerdeya zimanê Kurdî didin wan digirin

Di daxuyaniyê de girtina Zara Muhemedî ji aliyê rejima îranê ve ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dida weke qirkirina zimanê dayîkê bi nav kir.

Back to top button