Çalakiya Sêmalka di roja 99’an de didome lê PDK bersivê nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 99’an de bi serdanên girseyî dewam dike. Îro şêniyên herêma Koçerata ji bo piştgiriyê serdana konê çalakiyê kirin.

Îro endamên meclisa Gir Zîro û şêniyên bajarokê Xane Serê û Girê Şêran yên girêdayî herêma Koçerata serdana konê çalakiyê kirin.

Li wir bi navê bajarokên Topez û Çaxir Bazar yên girêdayî navçeya Amûdê Meha Zoro axivî û got:

“Hatine me îro li vir ji bo em piştgiriya çalakgeran bikin û da em dengê xwe bighînin raya giştî ku PDK’ê xiyanetê dike û daxwazên me ji bo radestkirina cenazeyên şehîdên me red dike.

Meha Zoro destnîşan kir ku xiyaneta PDK’ê ji şahadeta Bêrîtan heta Komkujiya Xelîfanê û bi tifaqa bi faşîzma Tirk re didome.

Meha Zoro bang li dayikên şehîdan ên li Başûr kir ku piştgirya wan bikin û li dijî van kirinan bisekinin.

Back to top button