Şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê sersaxî ji malbata her du şervanên QSD’ê re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê sersax jî her du şehîdên QSD’ê Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwestin.

Îro bi sedan şêniyên Hesekê çûn konê sersaxiyê yê her du şervanên QSD’ê Şehîd Tirkî Elî El-Mismar û Ş.Ehmed Silêman.

Di bin konê sersaxiyê yê Ş.Tirkî El-Mismar de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan da.

Endamê Meclisa Kantona Hesekê Remedan Fetah jî diyar kir ku tiştê tevayî pêkhatiyên herêmê kom dike xwîna şehîdan e.

Her wiha di merasîma sersaxiya Ş.Ehmed Silêman a li Dirbêsiyê de, yek fermandarên QSD’ê Omran Orkîş jî axivî û da zanîn ku armanca êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê dagirkirina xaka Sûriyê ye û got, “Em ê li dijî êrişan xaka xwe biparêzin.

Dayika şehîd Egîd Gerzan, Fatme Heydo di merasîmê de got: “Kurê min di oxira parastina welat de canê xwe da.”

Back to top button