Komîteya Koçberên Serêkaniyê hevdîtin bi Nadine Maenza re pêk anî

Şandeyeke ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Mala Mêvanan ya li navçeya Amûdê hevdîtin bi Komîsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî Nadine Maenza re pêk anî.

Di hevdîtinê de şandeyê bîlançoya 2 salan a sûcên dewlet aTirk a dagirker ên li ser Serêkaniiyê radestî Nadine Maenza kir.

Hevserokê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso rewşa koçberên Serêkaniyê yên di kampan de şîrove kir û diyar kir ku hejmara koçberan di kampan de dighêje 40 hezar koçberî û di Serêkaniya dagirkirî de ji sedî 15 ji şêniyên resen mane.

Di hevdîtinê de behsa pirrengiya pêkhate û civakên li Serêkaniyê hat kirin. Bi vê mijarê Nadine Maenza ji şandeyê xwest ku hin çîrokan pê re parve bikin.

Di dawiya hevdîtinê de Komîsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî Nadine Maenza spasiya şandeyê li ser serdana wan kir û diyar kir ku ew ê van belge û wêneyan bighêjîne Komîseriya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî û Kongreya Amerîkî bike û got: “Ez piştgirtiya we dikim.”

Back to top button