Li kampa Holê şaneyeke DAIŞ’ê endamekî Heyva Sor a Kurd şehîd xist

Li kampa Holê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyeke Heyva Sor a Kurd kir û hemşîreyek kuşt. 

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, vê êvarê derdora saet 05:30 du kes derbasî nexweşxaneya li kampa Holê bûn û li jinekê pirsîn.

Endamê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed ket şik û gumanê û rahişt telefonê da ku asayîşê ji wan agahdar bike.

Lê belê wan her du kesan gule li seriyê hemşîre Basim xistin.

Hemşîre rakirin nexweşxaneya Hesekê, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hemşîre Basim Mihemed bavê du zarokan e.

Back to top button