Li Dêrazorê..Bijîşkek ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin

Li bajarokê Teyana yê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas bijîşkê bi navê Ebid El-Mufdî Elî hat kuştin.

Li gor agahiyan duh êvarî kesên nenas bi guleyan êrişî bijîşk Ebid El-Mufdî Elî kir û ew kuştine.

Êrişî nêzî nexweşxaneya Kindî ya li bajarokê Teyana yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Piştî bûyerê Hêzên Asayîşê lêpirsîn da destpêkrin.

Ebid El-Mufdî Elî bijîşekî cîrahî ye, ji bajarokê Salihiyê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê ye.

Ji ber zextên rejîma Şamê tevahî malbata xwe li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de bi cih bûye.

Bijîşk li gelek navendên tenduristiyê xebitiye.

Back to top button