Mîna her rojê duh jî êriş li ser herêmê hebû .Artêşa tirk a dagirker duh careke din êrişê gunewarên Eyn Îsayê kirin , hemwextî van êrişan balafirên bêmirov li ser herêmê digeriyan.
Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarê Eyn Îsayê zêde kirine.
Piştî Hoşan û Xalidiyê, artêşa Tirk a dagirker gundên Fatsa û Sîfan û rêya M4 jî dane ber topan.
Di heman demê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digeriyan .
Artêşa Tirk a dagirker gundên Rojavayê Girê Spî topbaran kirin
Li aliyekî din gundên rojavayê girê spî jî bû hedeva êrişên dagirkeran .
Dagirkeran gundên Xirbet Beqer, Bîr Nasir û Kor Hesen ên dikevin rojavayê bajarê Girê Spî bi obîs û moşekan topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Gultepe yê Kobanê topbaran kir
Her wiha gundê Gultepe yê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê jî bi obusan hat topbaran kirin .
Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.