Rêxistina Efûya navneteweyî kampaniya da destpêkirin

Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo Zara Mihemedî kampaniya îmzeyan da dest pê kirin.

8’ê Çile Zara li bajarê Sine yê Rojhilat ji ber ku zarok hînî Kurdî dikirin, 5 sal cezayê hepsê lê hat birîn.

Ji bo Zara Rêxistina Efûya Navneteweyî li ser change.org kampanyaya îmzeyan da destpê kirin û got:

”Ti sûcê Zara tune. Têkiliya wê bi rêxistinên siyasî re jî çênebûne.

Rêxistinê diyar kir ku armanca wan ji kampaniyayê komkirina 10 hezar îmzeyî ye.

Rêxistina Efûya Navneteweyî banga xwedîderketina li Zara li saziyên mafê mirovan û Kurdên li cîhanê kir.

Heta niha zêdeyî 9 hezar û 450 îmzeyî hatî komkirin.

Kesên bixwazin îmze bikin li malpera change.org binihêrin û daxwaznameya ji bo Zara Mihemedî îmze bikin.

Back to top button