Koçberek ji Rojava Kurdistanê li Bakur hat kuştin

5’ê vê mehê, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê kuştî hat dîtin.
Awayê kuştina vî kesî, dilê mirov diêşîne.
Malbata wî dibêje “Dema cenaze gihaşt me, sînga wî vekirî bû û çavên wî hatibûn derxistin.”

5’ê Çileyê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê cenazeyê Mihemed Hesen ê (30) hatibû dîtin.

Apê wî, Rasil Hesen der barê kuştina wî û awayê êşkenceya lê hatî kirin, ji ANHA’yê re axivî.

Rasil Hesen dibêje:

“Mihemed ji ber leşkeriya hikûmeta Şamê berê xwe da Bakurê Kurdistanê.

Li wir ji ber hin sedeman, cezayê 6 sal girtin lê hat birîn.

Piştî ku 5 sal derbas bûn dewletê destûra mehekê da Mihemed.

Mihemed nedixwest ku derkeve, ji ber ku zanîbû wê bê hedefgirtin lê dewletê hişt ku bi zorê derkeve.

Piştî ku ji zindanê derket bi 22 rojan bi guleyekê hat kuştin.”

Apê ciwanê kuştî, Rasil Hesen: Bi cenazeyê Mihemed hatibû lîstin

Apê wî Rasil Hesen piştrast dike ku kujerên Mihemed girêdayî dewleta Tirk in û eşkere kir bi cenazeyê Mihemed hatibû lîstin

Back to top button