Li herêma sînor 3 leşker hatin kuştin

Doh li herêma sînor, di navbera artêşên Ermenîstan û Azerbeycanê de şer derket.

Di encamê de leşkerekî Azerî û 2’yên Ermen hatin kuştin.

Ji ber şerê derketî herdû alî hev tawanbar dikin.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê îdîa kir ku hêzên Ermenîstanê li devera Kelbecer ketina nava tevgereke sorkirinê û ji ber vê, rewşa li sînor aloz bû.
Li gorî wezaretê, êriş ji aliyê hêzên Ermenîstanê ve dest pê kir, û leşkerên Azerî jî bersiv dan.
Ji aliyê Ermenîstanê ve jî daxuyanî hat dayîn û tê de Azerbeycan bi têkdana aramiyê hat tawanbarkirin.
Li gorî Êrîvanê,
Artêşa Azerî bi top û dronan li çeperên sînor dan.
Hewldana sorkirinê ya artêşa Azerbeycanê bû sedem ku 2 leşkerên Ermenî werin kuştin.
Pêr jî Ermenîstanê ragihand ku li herêma Qerebaxê ji ber êrişa leşkerên Azerî, 4 cotkarên Ermenî jiyana xwe ji dest dan.
Sala 2020’an di navbera herdû welatan de şer derket û bi qasî 6 hefteyan dewan kir.
Di vî şerê de bêtirî 6 hezar û 500 kes hatin kuştin.
Back to top button