Li Sêmalka -100 roj malbat li benda cenazeyên şehîdan in û PDK bêdeng e!

Li ber sermayê, çavên wan li rê qerimîn.
Malabatên şehîdan in û li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne.
Ne rojek û ne du, 100 roj in malbat di vê çalakiyê de ne.
PDK’ê jî weke ku çalakî nebe tevdigere.

Çalakiya malbatên şehîdan di meha çaran de ye.

Bi gotineke din, îro 100 roj in ev çalakî lidar e.

Serma ye û rewşa hewayê xerab e jî, lê rojekê jî çalakî ranewestiya.

Armanca van malbatan jî tenê yek e, ew jî wergirtina cenazeyên zarokên xwe ye.

PDK ne cenaze heta niha dane û ne jî li ser mijarê bersivek daye malbatan.

Vê helwesta wan, biryar û israra malbatan a domandina çalakiyê xurtir kiriye.

Tevî ewqas roj derbas bûn jî, malbat dibêjin heta cenazyan werbigirin, ew ê her li wir bin.

Ji ber ev çalakî li Sêmalka ye, PDK’ê deriyê wê jî girt û tevî hemû bangan heta niha venekiriye.

Back to top button