Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid anî ziman ku li hember ambargoya li ser herêmê li gel Rêveberiya Xweser gelek plan û proje hene û piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji bo vekirina derî jî di nava hewldanan de ye.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan El-Ebid derbarê girtina deriyên sînorî nirxandin kir.
Hemdan anî ziman girtina deriyê Sêmalka xwesteka Tirkiyê bû û got:
”Di dema dawî de ji bo pêkanîna xwestekên dewleta Tirk deriyê Sêmalka hat girtin.
Armanc ji vê ambargoya dijwar ew e ku Rêveberiya Xweser tawîzan bide hikumeta Şamê.”
Hemdan El-Ebid diyar kir ew plan dikin ji bo xwetêrkirinê xwe bispêrin berhemên herêmê û ji bo vê jî wê xebat were kirin.
Hemdan El-Ebid: Ji bo vekirina derî hewldanên me hene
El-Ebid piştrast kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi tevahî aliyên navneteweyî re diyalogê pêk bîne da deriyên mirovî veke.
Li ser berxwedana gel, hevgirtin û piştgiriya wê bi Rêveberiya Xweser re Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ev tişt got:
“Berxwedana gel û piştevaniya Rêveberiya Xweser hemû planên dewleta Tirk, ji ambargoya aborî û fitneya di navbera pêkhateyan de, têk birin.
Pêkhateyên herêmê hevgirtî ne, ji ber dizane ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw a bidawîkirina krîza Sûriyê ye.”
Dawiya nirxandina xwe ,Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid piştrast kir ku ew bangawazên diyalog û aştiyê ne û amade ne bi hemû aliyan re diyalogê bikin.