Çeteyekî DAIŞ’ê ku tevlî fermana Êzidiya bûye hate girtin

Çeteyek DAIŞ yê ku di encama operasyona Iraqê de hat girtin, li xwe mikurhat ku tevlî fermana Êzidiyan bûye. Di dîmenê ku hatî belavkirin de, çete radigihîne ku wî dest avêtiye gelek jinên Êzidî.

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Iraqê roj bi roj zêde dibe.

Li dijî çeteyan operasyonên Iraqê jî di rojên dawî de zêde bûne.

Di operasyona dawî ya dijî çeteyên DAIŞ’ê de çeteyê ku hatî girtin, li xwe mikurhat ku tevlî fermana Êzidiyan bûye.

Saziya Ewlekariyê ya Iraqê mikurhatinên çeteyek DAIŞ’ê ku li Başûrê Iraqê hatibû girtin, belavkir.

Çeteyê DAIŞ’ê di dîmenê hatî belavkirin de, diyar dike ku ew tevlî fermana Êzidiyan bûye û gelek jinên Êzidî tecawîz kiriye.

Saziya Ewlekariyê nasnameya çete eşkere nekir, lê ragihand ku ew çete niştecihê Musilê ye.

Hate gotin, çete di sala 2004’an de tevlî El Qaîdeyê bûye.

Piştî wê di sala 2014’an tevlî DAIŞ’ê dibe û yek ser tevlî êrişa ser Şengalê û fermana ser Êzidiyan bûye.

Back to top button