WHO: Di nava 24 saetan de 2 milyon û 800 hezar kes bi Corona ketin

Di hefteya pêşî ya sala 2022’an de li Ewrûpayê 7 mîlyon kes bi vîrûsa Omicronê ketin. Ev jimar jî li gorî daneyên fermî ye. Li hemberî vê rewşê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî hişyar kir ku di nava 2 mehan de wê bêtirî nîvê Ewrûpa bi Omîcronê bikeve.

Di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên nû yên bi vîrûsa Coronayê ketin di asta rekorê de bû.

Bêtirî 2 mîlyon û 800 hezar kes bi vîrûsê ketin û derdora 8 hezar û 300 mirov jî mirin.

Piraniya wan jî li parzemîna Ewrûpayê ne.

Li gorî zanyaran, sedema vê, zêdebûna vîrûsa Omîcron e.

WHO: Di nava 2 mehan de wê bêtirî nîvê Ewrûpa bi omicronê bikeve

Dîrektorê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî Hans Klu-ge eşkere kir ku tenê di nava hefteya pêşî ya sala nû de bêtirî 7 mîlyon kes bi Omicronê ketine û got; Omicron pir bi lez belav dibe. Di nava 6 heta 8 hefteyan de wê bêtirî nîvê Ewrûpa bi Omicronê bikevin.

Kluge anî ziman ku li nava 26 welatên Ewrûpayê ji sedî 1’ê nifûsê bi vîrûsa Koronayê dikevin û got, Ji ber vê rewşa giran zexteke mezin li ser pergala tendirûstiyê heye.

Anthony Fauci: Zû yan dereng wê Omicron xwe li herkesî bigre

Şêwermendên Tibê yê Serokatiya Amerîkayê Antony Fauci jî diyar kir varîanta Omicronê bi lezeke zêde belav dibe û got: Zû yan dereng, wê Omicrin xwe li her kesî bigre. Li vir tişta cûda ew e ku bandora wê li ser kesên derzîkirî wê kêmtir be.

Bi gotineke din kesên derzî lixwe dane û bi Omicronê bikevin, dikarin ji mirinê xelas bibin.

Di ser derketina vîrûsa Koronayê re bêtirî 2 sal derbas bûn.

Ji wê demê ve li ser asta cîhanê, derdora 3015 mîlyon kes bi vîrûsê ketin.

Her wiha 5 mîlyon û 600 hezar mirov jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button