Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlum Ebdî li hemberî hewldanên reşkirina Tevgera Ciwanên Şorşeger axivî.
Ebdî sedema zêdebûna êrişên li dijî ciwanan wiha nirxand: “Ciwanên Şoreşger pêşengên Şoreşa Rojava ne. Di hemû pêngavên rizgarkirinê de bi rola pêşeng rabûn û ji ber vê yekê dibin armanca êrişan.”
“Pêşengên Şoreşa Rojava ne,
Di avakirina YPG û YPJ’ê de xwedî rola herî girîng in,
Hîmê çalak ên hêza parastinê ne.”
Bi van gotinan Fermandarê QSD’ê Mezlum Ebdî Tevgera Ciwanên Şoreşger pênase kir.
Ebdî têkildarî zêdebûna êrişên dawî û bi taybet şehîdkirina 6 kesan li Kobanê, ji Ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
Fermandarê QSD’ê êrişên dewleta Tirk û hewldanên reşkirina tevgera ciwanan weke yek konsept binav kir û wiha got:
“Bi zanebûn êrişên Tevgera Ciwanên Şoreşger dikin.
Dixwazin di şexsê ciwanan de şoreşê bifetisînin.
Hin alî bi zanebûn dibêjin, “Ciwanan Şoreşger ne tevgereke ji pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ne.’
Li hemberî van êrişan erka me hemûyan ew e ku em li Tevgera Ciwanan xwedî derkevin.”
Mezlûm Ebdî : Di nava 10 salên dawî de ciwan her li refên pêş bûn
Fermandarê QSD’ê bi bîr xist ku di nava 10 salên derbasbûyî de ciwan li herêmê bi rola pêşengiyê rabûn û wiha dewam kir:
“Têkoşîna ciwanan li Rojavayê Kurdistanê xwe dispêra xebata ciwanan a 35 salan.
Destpêka Şoreşa Rojava, ciwan her li refên pêş bûn.
Di avakirina sîstema parastina ewlekariya civakî de, di şerê li dijî dijî sîstema Baas û hemû komên çete de, ciwan bi rola herî girîng rabûn.
Di her qonaxa zor de mil dan milê YPG, YPJ û QSD û şer kirin.
Ji ber van sedeman, êrişên li dijî ciwanên me zêde dibin.”
Mezlûm Ebdî: Divê ciwan li dijî hemû cûreyên êrişan xwe bihêz bikin
Mezlûm Ebdî dawiya nirxandina xwe ji bo ciwanan ev peyam da:
“Di rewşeke wiha de pêwsît e Tevgera Ciwanên Şoreşger bi Kurd, Ereb, Suryan û Ermenên xwe li dijî her cûreyên êrişan xwe bihêz bikin.
Bibin hêza çareseriya pirsgirêkên civakê.
Şehadeta 6 hevalên ciwan ji bo me encameke pir giran bû.
Xwedîderketina li wan erka me ye. “