Kîev: Ji bo dawî anîna şerê bi Rûsya re em amade ne

 Serokê Ûkrayna Zelenskiy got: Ji bo bidawîkirina şerê bi Rûsya re, em amade ne ku di Lûtkeya Çaralî de biryarên pêwîst bidin. Amerîkayê jî got: Ji bo Ûkrayna bibe endamê NATO ev, biryar ti welatekî din eleqeder nake. Tenê welatên endamên NATO û Ûkrayna dikarin biryara vê bidin.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku ji bo bidawîkirina kirîza Donbasê dema lihevkirineke mayînde hatiye.

Volodymyr Zelenskiy ragihand ku ew amade ne di lûtkeya bê ya Forma Normandiya ya ku wê bi beşdariya Rûsya, Fransa û Almanya tê lidarxistin de biryarên pêwîst di vê çarçoveyê de bigirin.

Zelenskiy der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Dem hatiye ku şer bi dawî bibe û em amade ne ku di lûtkeya nû ya ku ji aliyê serokên her çar welatan ve tê lidarxistin de, di vê mijarê de biryarên pêwîst bistînin. ”

Di vê navberê de, Serokê Ofîsa Serokomariya Ûkraynayê Andriy Yermak di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dixwazin pabendî agirbesta biryarên li Parîsê de bin.

Li gorî biryarê, ji bo pevguhertina girtiyan û vekirina ketin û derketina Donbasê heye.

Lûtkeya Çareserkirina kirîza Donbasê bi Forma Normandiyê ku ji Rûsya, Almanya, Fransa û Ûkraynayê pêk tê, Kanûna 2019’an li Parîsê bi beşdariya serkirdeyên van welatn hatibû lidarxistin.

Piştî Rûsya bi dehezaran leşkerên xwe li sînorê Ûkrayan bicih kir, careke din navbera aliyan alozî despê kir.

Rûsya bi tundî li dijî beşdarbûna Ûkrayna ya ji NATO re derdikeve.

Koşka Spî: Endamtiya Ûkrayna ji bo NATO Rûsya eleqeder nake

Li hemberî van bertekên Rûsya ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî bertek derket.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki got: Daxwaza beşdarbûna Ûkrayna ya nava NATO biryareke tenê Kîev û 30 welatên endam eleqeder dike. Ti welateke din eleqeder nake.

Dîplomatên Fransî û Alman heftiya borî li Moskowê ji bo vejandina Forma Normandiyê bi beşdariya her çar welatan rêzecivîn pêk anîn.

Fransa û Almanya plan dikin ku heta dawiya meha Çile vê hevdîtinê pêk bînin.

Back to top button