Koreya Bakur ceribandina muşekan piştrast kir

Doh hikumeta Japonya û Koreya Başûr ragihandin ku Pyongyanê careke din muşek ceribandiye. Ji despêka salê ve ev bû muşeka duyemîn ku Koreya Bakur diceribîne. Koreya Bakur ceribandin piştrast kir û got, Muşek bi awayekî serketî li armanca xwe ya bi qasî 1,000 kîlometreyan dur xistiye. Dema ceribandinê serokê welat Kim Jong-un bi xwe jî amade bû.

Koreya Bakur ku di van çend rojên dawî de careke din bi ceribandina muşekên nû xwe xistiye rojeva cîhanê.

Hikumeta Pyongyanê ceribandina çeka dawî ya ku duh pêk anîbû piştrast kir û ragihand muşek bi qasî hezar kîlometreyan li armanca xwe xistiye.

Lîderê welat Kim Jong-un jî derbarê hûrgiliyên teknîkî yên muşeka ku ji aliyê serokatiya Akademiya Zanistên Parastina Neteweyî ve hatiye çêkirin agahiyên berfireh wergirtine.

Kim di dema avêtina muşekê de amade bû û ev serkeftin pîroz kiriye.

Her wiha hat gotin ku Kim aniye ziman ku divê têkoşîna ji bo xurtkirina dewam û mezin a hêza leşkerî ya bertengker a Koreya Bakur û nûjenkirina artêşê dewam û zêde bibe.

Hat diyarkirin ku ceribandina dawî bi armanca naskirina aliyê teknîkê yên muşeka hîpersonîk bû.

Muşekên hîpersonîk di nava stratejiya welat de xwedî girîngiya herî bilind e.

Koreya Bakur guh nade bertekan

Tevî cezayên ku ji ber bernameya nukleerî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser Koreya Bakur sepandibû jî xebatên xwe yên ji bo çêkirina çekan didomînin.

Herî dawî hefteya borî muşekek nû ceribandibû û hat ragihandin ku ev muşek a hîpersonîk e bû.

Duh hikumeta Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Pyongyang mûşekek nû ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye.

Muşekên hîpersonîk bi leza 6,125 kîlometre diçin.

Ev yek jî ji leza deng a 1235 kîlometre bi qasî 5 qatî bileztire.

Ji ber ku ji aliyê pergala parastinê ve nikarin werin têkbirin, muşekên hîpersonîk wekî teknolojiya şer a paşerojê tê dîtin.

Back to top button