DYA bang li Rûsya kir ku bi lez hêzên xwe ji Kazexistanê derxe

Li Kazexistanê piştî aloziya ji ber bihabûna sotemeniyê derketî, li welat rewş veguherîbû qada pevçûnan. Hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ya bi pêşengtiya Rûsya niha li welatin. Lê ev hêz li gel welatên Rojava û Taybet Amerîka bûye cihê nerazîbûnê. Wezareta karên Derve ya Amerîka got: Ew dixwazin hêzên Rûsya ji welat derketin. Wezîrê Parastinê yê Rûsya jî got, Heta ku rewşa li welat bi temamî aram nebe, wê erkên xwe li Kazexistanê bidomînin.

Şer û pevçûnên ji ber bihabûna sotemeniyê ku 2’ê Çileyê li Kazexistanê despê kirî, veguheriye aloziya navbera DYA û Rûsya.

Serokomarê Kazexî Qasim Comert Tokayev banga piştevaniyê ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) xwestibû.

Li ser vê yekê bêtirî 2,000 leşkerên rêxistinê yên bi pêşengtiya Rûsya berê xwe dan welat.

Her çiqasî xwepêşandan bi zext û kuştinê hatin tepisandin jî li welat rewşek metirsîdar heye.

Tokayev diyar kiribû ku wê di nava 2 rojan de, dest bi vekişîna ji welat were kirîn û ev yek wê 10 rojan dewam bike.

Lê Rûsya ji bo vê yekê nîşan dide ku ti leza wan ya vekişînê nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA Ned Price ji rojnamevanan axivî û got: Amerîka pêşwaziyê li vegera aramiya li Kazakistanê ku piştî 1991’an a serxwebûna xwe bidest xistî dike.

Price diyar kir ku ew ji piştevaniya daxuyaniya Tokayev a derketina hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a ji welat dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA got: “Heta ku hêzên aştiyê yên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf venekişin, em ê di peyamên xwe yên derbarê vekişîna wê de dubare bikin.

Her wiha daxwaz bikin ku rêz li mafên mirovan were girtin û sozên ji bo vekişînê bilez pêk werin.

Rûsya: Heta aramiya li Kazexitanê pêk neyê wê hêz venekişin

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî li ser mijarê helwesta welatê xwe diyar kir.

Şoygu anî ziman ku heta ku rewşa Kazaxistanê bi temamî aram nebe, wê erkên xwe bidomînin.

Blinken: Dema Rûs ketin mala we dûrxistina wan pir zehmete

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken hefteya borî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de Moskow aciz kiribû û gotibû, “Dema ku rûs ketin mala we, dûrxistina wan pir zehmet e.”

Di xwepêşandanên li welat de, 164 kes hatin kuştin û nêzî 10 hezar kes hatin binçavkirin.

Niha ji li kolanên bajar nîşaneyên şewat û wêraniyê tên xuyakirin.

Back to top button