Li Başûrê Kurdistanê 35 rojnamevan hatin binçavkirin

Sendîkaya Rojnamevanên Başurê Kurdistanê rêjeya binpêkirinên li hemberî rojnamevan û saziyên ragihandinê yên sala 2021’an eşkere kir. Li gorî sendîkayê di vê salê de 35 rojnamevan hatine binçavkirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê derbarê rêjeya binpêkirinên di salekê de li hemberî rojnamevanan hatine kirin, daxuyaniyek da.

Li gorî sendîkayê;

Di nava sala 2021’an de bi giştî dijî 187 rojnamevan û saziyên ragihandinê binpêkirin hatine kirin.

Di nava van binpêkirinan de 17 buyerên binçavkirinê û rêgirtina li rojnamevanan pêk hatine.

22 caran gef û êriş li dijî rojnamevanan hatine kirin.

4 caran li rojnamevanan hatiye dayîn.

2 caran êriş û 3 qanal û ofîsên televziyonan jî hatine girtin.

Herî zêde binpêkirina hemberî rojnamevanan li Hewlêrê hatiye kirin.

Li Hewlêrê 33, Silêmanî 20 û Dihokê jî 3 binpêkirin li dijî rojnamevanan hatine kirin.

Li Helebce, Kerkûk, Xaneqîn, Musil, Bexda û Necefê jî li dijî rojnamevanan binpêkirin hatine kirin.

Back to top button