Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî Kampanya derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” bû

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê de daxuyaniyek da.Însiyatîfê ragihand ku ew jî tevlî kampanya ‘Edalet ji bo Kurdan’ a navneteweyî dibin. Issiyatîfê got: “Ji bo ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bê rakirin, em ê bi şêwazên çalakiyên demokratîk li hemû gund, bajar û saziyan xebatê destpêbikin.”

Di 13’ê Kanûna 2021’ê de bi armanca PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin Însiyatîfa Navnetewî ya “Edalet ji bo Kurdan” dest bi pêngaveke navneteweyî kir.

Zêdetirî hezar kesayetên navdar ji 30 welatên cuda tev li vê pêngavê bûn.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Qamişlo derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew jî tev li pêngavê dibin..

Di daxuyaniya însîyatîfê got gotin: ” Ji bo ku dilê dagirkerên Kurdistanê bê xweşkirin PKK di lîsteya terorê de hatiye bicihkirin.

PKK ji ber binpêkirina mafan, binpêkirina zagonan di wê lîsteyê de nehatiye bicihkirin, bi temamî ji ber fikarên siyasî û berjewendiyên navdewletî bi şêweyekî neadil û neheq tê sûcdarkirin. ”

Insiyatîfa Gel: PKK aliyekî rewa yê şer e û nabe di lîstê de bimîne

Insiyatêfê balkişand ser biryara Dadgeha Bilind a Yekitiya Ewropayê û Dadgeha Edaletê ya li Luksemburgê di sala 2018’an de ku gotibû neheqî li PKK’ê hatiye kirin û wiha domand:

“Dema ku li dadgehan meseleya terorîzmê hat testkirin jî di sala 2020’an de hat diyarkirin, nabe ku PKK wekî rêxistineke terorî bê dîtin, ji ber ku PKK di şer de aliyek e.

Yanî PKK, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerê azadiya gelê Kurd dimeşîne.

Lewma jî ev rewş êdî dikeve nav çarçoveya hiqûqa şer, nabe mijareke hiqûqa sûc.

Insiyatîfa Gel: Dagirker êrişî rûmeta mirovahiyê dikin

Insiyatêfê diyar kir ku dewletan bi navê “têkoşîna li dijî terorê” navê “terorîzmê” li vê tevgera azadîxwaz û xwedî girseya gel kiriye û got:

“Di serî de li Tirkiyê, di bin vî navî de kurd qetil kirin û xwestin van komkujiyan rewa nîşan bidin.

Êrişên leşkerî dan destpêkirin, di serî de parlamenter û şaredar, gelek kesayetên siyasî, rojnamevan, demokrat, muxalîf, rewşenbîr û ji her beşên civakê însan girtin û xistin zindanan.

Bi navê “terorîst” yan jî “têkiliya xwe bi terorê re heye” êrişî însanan, heta miriyan kirin”

Insiyatîfa Gel: Divê ye û DYA PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ derxin

Insîyatêfê di dawiya daxuyaniya xwe de ev yek got:

“Em wek Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li vê pêngavê dibin. Em ê bi hemû şêwazên çalakiyên demokratîk li hemû gund, bajar û saziyan xebatê berfireh bikin..

Em careke din bang li Yekitiya Ewropayê û DYA dikin ku PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxin da ku aştî, demokrasî û mafên mirovan neyên binpêkirin.”

Back to top button