Desthilata Tirk hewl dide navê Dewlet Bahçelî li daristaneke Amedê ya dîrokî bikin

Li Amedê, Çîyayê Kirklarê yê navdar buye mijara gelek destanên netewî yên Kurdan. Niha jî hewildidin ku navê serokê partîya nijadperest a Tirk (MHP’ê) Dewlet Bahçelî ku kesekî sondxwarî yê dijminê Kurdane, weke bîranîn li daristaneke li wir bikin. Gelê Amedê jî li hember vê yekê nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin: “Em ti carî vê yekê qebûl nakin.”

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi hewildanên qirkirina fizîkî Kurdan dike armanc.

Heman demê êrişî bîr û bawerîyên pîroz ên Kurdan jî dike û dixwaze wan pîrozahîyan jî bike mal û qurbanê hişmendîya nijadperest a Tirk û xizmeta xwe.

Ev hişmendîya nijadperest ku hebûna xwe di qirkirina Kurdan de dibîne, gelek tiştên resen yên Kurdan jî weke ku yên wan e bikartînin.

Yek ji wan cihê pîroz ku di bîr û bawerîya gelê Amedê de xwedî girîngeyeke mezin e, çîyayê Kirklar e.

Niha jî hewildidin navê serokê partîya nijadperest a Tirkîyê (MHP’ê) û dijmionê sondxwarî yê Kurdan Dewlet Bahçelî, li daristaneke li çîyayê Kirklarê bikin.

Li hember vê yekê gelê Amedê jî bertekên tund raber dikin.

Hunermend û Ekolojîstên Amedê: Em ti carî vê yekê qebul nakin

Hunermend û Ekolojîstên Amedê vê yekê weke talana Ekolojîyê bi nav dikin, bi daxuyanîya xwe ya di 11’ê Çilê de dîyarkiribûn ku wê rê nedin vê yekê û dibêjin:

”Hewildidin ku me bêbîr bihêlin. Em navê kesekş ku di birdozîya wî de komkujî heye qebul nakin.”

Yek ji hunermedê ku beşdarî wê daxuyanîyê bû Azad Bedran dîyar kir ku ew ne bi nasnameya xwe ya hunermendîyê, wek welatîyeke Kurd navê Dewlet Bahçelî qebûl nake û got:

Azad Bedran: Navê wî qetlîaman tîne bîra me

”Ez wek ciwanek kurd li dijî vî navî me ku li daristanê were kirin.

Em bi malbatî li dijî vî navî ne.

Ez pir eşkere û zelal bêjim, em navê wî naxwazin. Di bîrdoziya wî de mirin, komkujî, darvekirin û zilm heye, em.”

Bedran destnîşan kir ku Bahçelî gelê Kurd temsîl nake û wiha dewam kir:

”Dema navê wî dibîhisim, tenê komkujî, darbe, darvekirin û zilm tê bîra min.

Ti hûrmeta wî ji gelê me re tuneye. Lewma em naxwazin navê wî li cihek bajarê me were kirin.

Em weke hunermedên Kurd li dijî vê yekê ne.”

Vahap Işikli: Em qebul nakin navê Bahçelî li çiya û daristanên me bê kirin

Endamê Tevgera Ekolojîyê ya Mezopotamya yê Vahap Işikli jî destnîşan kir ku ew li dijî navê Dewlet Bahçelî ne ku li çîya û daristanan were kirin û got:

”Çima em li dijî navê wî ne; ji ber ku ew û zîhniyeta xwe wê biçin li Cûdî, li Licê, li Dêrsimê dar û berên me bişewîtinin û bibirin û wê paşê jî werin li Amedê ser navê wî daristana bîranînê çêkin.

Ev li Kurdistanê nayê qebûlkirin. Bila bi bîra me were, digot li Kurdistanê bila kevir li ser kevirê nemîne.

Niha tişta ku tê xwestin li ser navê Bahçelî were çêkirin, polîtîkayek qirkirina çandî û ekolojîk e û dixwazin gelê kurd bêhiş û bêbîr bihêlin.

Bila kes li qisûrê nenêre xwediyê vî welatî hene. Em ê qet û qet navê kujerên kurdan qebûl nekin.

Back to top button