Li bajarê Cannesê mizgeftek din ji ber binpêkirina zagaonan hat girtin

Li Fransa ji ber binpêkirina zagun û karanîna baweriyê, mizgeftek din hate girtin. Li bajarê Cannesê ji ber gotinên wê yên antîsemît û piştgirî daye du komelên hatibûn fesihkirin, mizgeftek hat girtin.

Wezîrê Karê Hundirîn yê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir li bajarê Cannesê ji ber gotin û binpêkirina mafan mizgeftek hatiye girtin.

Darmanîn ji televîzyona Cnewsê re axivî û got;

“Em mizgefteke li Cannesê digirin.

Sûcdariya me ya li ser wê ev e ku gotinên antîsemît dike û piştgiriyê dide CCIF (Kolektîfa Li Dijî Îslamofobiyê) û Barakacityê.”

Tirkiye jî piştgiriyê dide CCIF (Kolektîfa Li Dijî Îslamofobiyê) û Barakacityê.

Di Cotmeha 2020’an de dema ku serê mamosteyê bi navê Samûel Paty hatibû jêkirin, ev komele hatibûn girtin.

Wezîrê Karê Hundirîn diyar kir li welat cihê 70 îbadetxaneyan radîkaltir bûne.

Li gorî Wezaretê 2,623 mizgeft û îbadetxaneyên dînê Îslamê hene û li gorî daneyên meha Kanûnê 21 jê hatine girtin.

Back to top button