195 Hezar koçber bi rêyên neqanûnî derbasî YE bûn

Krîza koçberan di nava sala 2021’an deng veda. Di nava salê de, bi rêyên neqanûnî 195 hezar koçber derbasî YE bûn. Ev rêje li gorî sala 2020’an ji sedî 57 zêde bû.

Di sala 2021’an de trajediya ji ber pêla koçberan a ber bi Ewropa ve derketî, hertim cihê xwe di rojevê de girt.

Li gorî daneyên Ajansa Ewlekariya Sînor a Yekîtiya Ewropî Frontex, ketinên neqanûnî yên li welatên Yekîtiya Ewropî bi sivikirina qedexeyên rêwitiyê re, ji asta beriya derketina Covid-19 derbas bûye.

Hejmara derbaskirina sînoran li gorî sala 2020’an ji sedî 57 û li gorî sala 2019’an ji sedî 36 zêde bû.

Sala borî rêya herî zêde ji bo têketinê dihat bikaranîn Deryaya Spî bû.

Ji vê rêyê zêdetirî 65 hezar kes derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bûn.

Têketinên ji Deryaya Spî li gorî sala 2020’an ji sedî 83 zêde bûne.

Ji Balkana Rojava ku rêya duyemîn e, ji sedî 125 zêde bûn û derket 60 hezar û 500’î.

Rêya sêyemîn jî ji Rojavayê Afrîkayê bû.

Rêwitiya di ser Afrîkayê re, ji sedî 2,3 kêm bûne û gihiştiye 22 hezar û 500’an.

Li gorî hejmarên Frontex, zêdebûna kesên ku ji rêya Rojhilatê Deryaya Spî dikevin YE yê ji sedî 0,5 maye.

Di sala 2021’ê de 20 hezar û 300 kes bi vî awayî derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne.

Li Rojhilatê Derya Spî hejmara kesên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanîstanê bûne kêm bûye.

Ji Qibrisê ev hejmar li gorî sala 2020’an ji sedî 123 zêde bû û derket 10 hezar û 400’î.

Li herêma Rojavayê Derya Spî jî hatin ji sedî 6 zêde bû û 18 hezar derbas kir.

Pêleke zêde ya koçberan ji rojhilatê Ewropa jî derbasî herêmê bû.

Ev pêla ku bi taybet di ser Belarûsê re derbasî YE bûyî ji sedî 1000 zêde bû.

Bi vê rêyê re, nêzî 8 hezar kes bi rêya neqanûnî derbasî Ewropa bû.

Yên ku herî zêde bi qaçaxî derbasî sînorên Yekîtiya Ewropayê bûne, Sûriyeyî bûn.

Piştre Tûnisî, Fas, Cezayîrî û Efxan bûn.

Back to top button