Mişkê 8 salî yê xwedî Madelya mir

Ji bo Kamboçya rojek biêşe. Mişkê Kamboçya yê 8 salî Magawa ku bi jêhatîbûna xwe ya di dîdtina mayînan de dihat naskirin, mir. Magawa li welat hêjayî xelata zêr hatibû dîtin.

Mişkê navdar Magawa yê ku cihê mayînên binerd nîşan dida li welat hêjayî xelata zêrîn hatibû dîtin.

Magawa heta temenê xwe yê 5 salî li welat bêtirî 100 mayîn û bermahiyên teqemeniyê dîtibû.

Magawa di vî warî de, mişkê herî serketî yê ji aliyê xêrxwaziya Belçîkî Apopo ve hatî perwerdekirin bû.

Rêxistinê got,

Mişkê mezin ê Afrîkî di dawiya hefteyê de “bi aramî mir”.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Magawa baş e û hefteya borî bi coşa xwe ya asayî lîstiye.

Lêbelê, paşê hate destnîşan kirin ku mişk di rojên xwe yên dawî de dest bi hêdîbûnê kir, bêtir radiza û eleqe nîşanî xwarinê nedida.

Magawa a ku perwerdeya dîtina cihê teqemeniyan dîtî, qadeke 141,000 metre çargoşe ku dike (20 qadên futbolê) ji mayînan paqij kir.

Saziya Apopo ji salên 1990î vir ve heywanan ji bo tespîtkirina mayinan perwerde dike.

Back to top button