Dewleta Tirk û çeteyên wê îro dîsa êrişî gundên Eyn Îsa kirin

Her roj dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundewarên herêmê topbaran dike. Artêşa Tirk û çeteyên wê wekî duh careke din gundên Eyn Îsa kir hedef û da ber topan.

Dewleta Tirk û çeteyên wê îro piştî nîvro careke din êrişî gundê Fatsa, xwaringeha Nexîl û rêya M4 ên girêdayî Eyn Îsa kir û bi çekên giran bombebarankirin.

Duh jî dagirkeran gundên Xalidiyê û Hoşan ên rojavayî Eyn Îsayê û rêya M4 dane ber topan.

Di heman demê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digeriyan.

Her wiha duh di seatên şevê de jî dagirkeran gundê Gultepe yê rojhilatê Kobanê bi obusan topbaran kir.

Li aliyekî din jî gundên Xirbet Beqer, Bîr Nasir û Kor Hesen ên dikevin rojavayê bajarê Girê Spî bi çekên giran bombebaran kir.

Back to top button