TEV-DEM’ê û Rêxistina Mafên Mirovan êrişa li ser kobanê şermezar kir

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êriş û terora dewleta Tirk li ser Kobanê û tevahiya herêmê dewam dikin. Îro jî gelek rêxistinan bi daxuyaniyan êrişên dagirkeran û hedefgirtina sivîl û zarokan şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hatin kirin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û destwerdanê bikin.

Nerazîbûn û beretekên dijî êriş û terora dewleta Tirk a li ser Kobanê û tevahiya herêmê dewam dikin.

Gel û saziyên Bakur û Rojhialtê Sûriyê beramberî van êrişan helwesta xwe nîşan da.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li Herêma Firatê b daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi van êrişan dixwaze ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Her wiha hate diyarkirin ji ber bêdengiya civaka navnetewî dewleta Tirk sûcên xwe li herêmê zêde dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Rêxistinê êrişên dewletaTirk ên dijî sivîl û zarokan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî şermezar kir.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqê hat kirin ku bi erkên xwe rabin û zagon û peymanên navneteweyî yên derbarê parastina sivîl û zarokan de pêk bînin.

Meclisa navçeya Ehresê ya li Şehbayê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Navçeya Ehresê ya bi ser Kantona Şehbayê ve jî bi daxuyaniyekê êrişa dagikeriya Tirk li ser Kobanê şermezar kir.

Di daxuyanî de hate ku gotin, armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên li ser herêmê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û şikandina vîna gelê herêmê ye.

Di daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk ên dijî sivîl û bi taybetî zarokan hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku helwesteke cidî nîşan bidin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şûxmeqsûd û Eşrefiyê ên li Helebî jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi êrişên li ser Kobanê dixwaze tola têkbirina DAIŞ’ê li Kobanê û Reqayê hilîne.

Meclisê sûc û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û hedefgirtina zarokan şermezar kir.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku destwerdanê bikin û sûcên dagikeriya Tirk li ser herêmê rawestînin.

Back to top button