ENKS’ê û PDK’ê riya koçberiyê ji xelkê herêmê re bi plan vedikin

PDK’ê çalakiya ciwanan kir hincet û deriyê Sêmalka ê di navbera başûr û rojava de girt. Ji xwe rêveberiya Deriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî eşkere kir ku PDK’ê ev çalakî kir hêcet, berê de amadekariyên girtina derî dikirin. Lê plana qirêj a PDK’ê ya li ser deriyê Sêmalka derket holê! PDK bi rêya endamên ENKS’ê yên ku qaçaxçitiya mirovan dikin, amadekariyê dike ku xelkê herêma Koçeratan a girêdayî bajarê Dêrîk`ê derbasî Başûrê Kurdistanê bike.

PDK’ê li ser fermana dewleta Tirk a dagirker deriyê sînor ê sêmalka yê di navbêra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye girt..

Lê plana wê ya li pişt wê jî derdikeve holê.

Piştî PDK’ê deriyê Sêmalka girt, bi endamên ENKS’ê yên qaçaxçitiya mirovan û madeyên hişbir di sînor re dikin, xelkê derbasî Başûrê Kurdistanê dikin..

Qaçaxciyên ser bi ENKS’ê ve bi fermana PDK’ê xelkê teşwîqî koçberiyê dikin

Endamekî Partiya Yekitî ya di bin sîwana ENKS’ê ji ajansa Hawarê re ragihand ku beriya deriyê sînor were girtin, rêveberên ENKS’ê û yên PDK’ê bi endamên ENKS’ê yên qaçaxcîtiya mirovan dikin re civîneke taybet pêk anî..

Li gorî heman çavkaniyê, van kesaan ji qaçaxçiyan re gotine ku piştî derî were girtin divê bi taybet xelkê herêma Koçeratan û Dêrikê derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

Armanc ji vê yekê jî ew e ku Rêveberiya Xweser reş bikin û Rojava jî vala bikin..

EndamekîENKS ‘ê: li Hewlêrê kampeke koçberan a nû tê vekirin

Heman çavkaniyê aniye ziman ku ji bo kesên derbasî Başûrê Kurdistanê werin kirin jî li Hewlêrê kampeke koçberan a nû dê were avakirin.

PDK û dewleta Tirk a dagirker wê vê rewşê him di hela siyasî û dîplomasî û him jî di hêla civakî de li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bînin.

Hemwextî vê yekê jî êrîşên dewleta Tirk û bombebaranên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn..

Çawa di dema êrişa li ser Serêkaniyê di 2019’an de PDK’ê xeta sînor vekir da ku xelk koçber bibe, niha jî heman siyasetê dimeşînin.

Back to top button