Ciwanên ku dewleta Tirk ew revandibûn ji aliyê PDK ve hatin girtin

Her du ciwanên ji herêma Biradostê ku ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatibûn revandin paşê hatin berdan, ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û ev 7 rojin aqûbeta wan nayê zanîn.

Di 30’yê Kanûna 2021’ê de leşkerên Tirk ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên ji gundê Dayla ya ser bi Herêma Biradost a Hewlêrê revandin û birin Tirkiyê.

Bavê Ekrem, Xelîl Zikrî ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku piştî 6 rojan 5 Çileyê dewleta Tirk her du ciwan berdan û radestî wan kirin.

Hate diyarkirin ku dema ciwan radestî malbatên xwe têne kirin, heman rojê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve têne girtin û radestî asayîşa Mêrgesorê tên kirin.

Tevî hemû hewldanên malbatan jî ev 7 rojin aqûbeta zarokên wan nayê û PDK jî bersiva malbatan nade.

Back to top button