Bi nêzîkbûna salvegera 17. a damezrandina Kongreya Star şahî û çalakîyan despêkirine. Kongra Star, li navçeyên Çil Axa û Girkê Legê yên bi ser Kantona Qamişlo şahî li dar xisitn.
Bi tevlîbûna bi sedan endamên Kongreya Star û nûnerên saziyên sivîl şahiyeke pîrozbahiyê li navçeya Girkê Legê hate lidarxistin.
Hevseroka meclisa PYD’ê a Girkê Legê Eyhan Murad di şahiyê de axivî û got, têkoşîna jinan li Bakuar û Rojhialtê Sûriyê bû sembola azadiya jinên cîhanê.
Endama rêveber a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîşan Berekat jî axivî û salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir.
Li Çil Axa jî bi heman armancê şahiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Endama rêveber a Kongreya Star Rîhan Debo di şahiyê de axivî û diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên pir mezin ji bo azadiyê avêtine.
Her du şahî bi goved û stranan bi dawîbûn.