Li Efrînê çeteyan 3 welatî ji navçeyên Raco û Mabata revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyan 3 welatî ji navçeya Raco û Mabata revandin. Dagirkeran 135 darên din jî li navçeyên Şera û Cindirêsê jê kirin.

Li Efrîna dagikirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê a li dijî welatî û xwezaya Efrînê bê navber dewam dikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirova a Efrînê, çeteyan 2 welatî ji navçeya Raco revandin.

Hat diyar kirin kesên hatine revandin Ebdîn Birîm yê 40 salî û Mihemed Omer yê 45 salî ne.

Hat ragihandin kesên hatine revandin birine cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Çeteyan beriya vê jî bi heman hincetê welatiyê bi navê Ismet Ehmed Ebdo yê 25 salî yê ji gundê Badîna yê bi ser navçeya Mabata revandin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê çeteyan tenê ji destpêka salê heta niha 14 welatî ji Efrînê revandine.

L aliyekî din, çeteyan li gundê Kefer Sefrê yê bi ser navçeya Cindirêsê bi ser mala welatiyekî de girtin û li pêşiya xwediyê malê li zarokê wî dan û êşkence lê kirin.

Hate zanîn di encama êşkenciya li zarok hatiye kirin ew birin nexewşxaneyê.

Ji destpêka salê heta niha çeteyan 900 darên zeytûnê birîn

Li aliyê din jî, çeteyên dewleta Tirk darên Efrînê talan dikin û dibrin da ku bazirganiyê pê bikin.

Çeteyan 50 dar li gundê Rifatiyê yê bi ser nançeya Cindirêsê, 85 dar li gundê Qere Cirnê yê bi ser navçeya Şera birîn.

Li gorî Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê çeteyan tenê ji destpêka salê heta niha 900 darên zeytûnê birîne.

Back to top button