Li Qamişlo û Til Birakê gelek diz hatin girtin

Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo û navçeya Til Birakê komek diz girtin.

Li ser Malpera fermî ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat diyarkirin ku derbarê diziyê de gilî hatiye kirin û dikaneke cilên mêran li taxa Enteriyê ya Qamişlo hatiye şêlandin.

Hat diyar kirin endamên Têkoşîna Li Dijî Sûcan der barê buyerê de lêkolîn kir.

Hat diyarkirin du kesên diz hatin girtin û li xwe mikur hatin ku wan cilên dikanê dizîne.

Her du kes radestî dadgehê hatin kirin.

Her wiha Malperê diyar kir ku wan di 10’ê Çileyê de 7 kesên ku li navçeya Til Birakê dizî dikirin, girtin û tiştên ku dizîbûn jî hatin desteserkirin.

Endamekî Têkoşîna Li Dijî Sûcan diyar kir ku ew kesên ku hatine girtin li xwe mikur hatine û ji bo cezakirinê radestî dadgehê hatine kirin.

Back to top button