Heyva Sor a Kurd ji bo endamê xwe Besam Mihemed sersaxî xwest

Duh endamê Heyva Sor Besam Mihemed li kampa Holê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kuştin. Heyv Sor a Kurd derbarê kuştina Besam de daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Duh endamê Heyva Sor a Kurd Besam Mihemed di encama êrişa çekdarî ya çeteyên DAIŞ’ê de li Kampa Holê hat kuştin.

Derbarê şehadeta Besam Mihemed de Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Besam li Hesekê ji dayik bûye û bavê du zarokan e û li hêviya yê sêyem bû.

Hate gotin ku Besam di gelek rêxistinên mirovî de kar kiriye û di her 5 salên dawî de tevlî Heyva Sor a Kurd bûye.

Heyva Sor da zanîn ku di van salan de wan gelek hevalên xwe yên baş ji dest dan, herî dawî jî şehîd Besam bû.

Di dawiyê de rêxistina Heyva Sor a Kurd sersaxî ji malbata Besam re xwest.

Back to top button