22. SALVEGERA KOMKUJIYA HEWLÊRÊ HEYA NIHA CENAZEYÊN QURBANIYAN WINDANE

Îro 22 sal in bi ser komkujiya Hewlêrê re derbas dibe. Komkujiya Hewlêrê di 16’ê Gulana 1997’an ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat pêkanîn.

Sala 1997’an de di navbera PKK û PDK’ê de agirbest hebû.

PDK’ê gotibu ku ew li dijî gerîlayan alîkariya leşkerên Tirkiyê nake. Lê PDK’ê soza xwe pêk ne anî.

Piştre bi leşkerên Tirk re êrîşî gelek saziyan kirin.

Di nav de jî nexweşaxane û sazaiya heyva sor a Kurdistanê ya Hewlêrê jî hebû.

Di êrîşê de 80 kes ku di nava wan de 52 Gerîlayên birîndar jî hebûn şehîd bûn.

Her wiha operasyona binçavkirin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan dewam kir.

Xizmên qurbaniyan ev 22 sal in daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin.

Lê PDK’ê heya niha cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan ne-kirin.

Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatîn qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin.

Leave a Reply

Back to top button