ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 177’AN DE YE

Belê li bajarê Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr û Germiyanê yên başurê kurdistanê jî çalakiyên greva birçîbûn yên bê dem û bê dorveger û çalakiyên deroveger didomin.

Greva birçîbûnê ya dorveger a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di roja 177’an de ye.

Çalakî ji aliyê koma 89’an ve hat dewirgirtin.

Greva bê dem û bê dorveger ya Nasir Yagiz jî di heman rojê de ye.

Yagiz tevî astengiyên tenduristiyê jî ev 177 roj in li ber xwe dide.

ÇALAKIYA HERÊM MEHMÛD DI ROJA 88’AN DE YE

Çalakger Herêm Mehmûd ê li navçeya Kelar a Germiyanê jî ev 82 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Herêm Mehmûd li ser çalakiyên rojiya mirinê axivî û got;

Niha çalakiyên grevê ketiye qoxanek nû de ku rojiya mirinê ye.

Ev jî biryarekî pîroz e û pêwîstiyekî dîroki ye ji bo derbaskirina vê qonaxa dijwar û gihiştina serkeftinê.

Piştgiriya biryara tevahiya hevalan dikim.

LI MEXMÛRÊ KOMEKE NÛ DEWIR GIRT

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê di roja 152’an de ye û ji aliyê koma 51’an ve hatiye dewir girtin.

Her wiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja xwe ya 117’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button