Rêveberiya Xweser: Divê gelê me nekeve xefka bi navê `çareserî`

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxwiyaniyekê bang li gelê herêmê kir ku nekeve xefka nûçe û propagandayên rejîma Sûriyê ya bi navên “çareserî û lihevhatinan”. Ji ber armanca wê têkbirina îstîqar û têkoşîna gel a demokratîk e.

Hikumeta Şamê propagandaya bi navên “çareserî û lihevhatinan” li herêmê belav dike.

ji bo bersivandina van propagandayan Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

” Di çarçoveyeke nû de ku desthilata Şamê hewl dide li herêmên nikarî bixista bin kontrola xwe hebûna xwe rewa bike.

Êdî desthilata Şamê dest bi siyaseteke nû kiriye.

Ew jî li gorî îdiya wê hewl dide bi rêya “çareserî yan jî lihevhatinan” bi awayekî şeklî vegere.

Lê ev yek dikeve xala xapandina raya giştî ya Sûriyê û cîhanê.”

Rêvebriya diyar kir ku Di demekê de, em piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser ji bo lidarxistina diyalogên nîştimanî yên sûrî re amade ne em bang li gelê xwe dikin ku bi gotegotên nerast neyên xapandin.

ji ber ku armanc jê têkbirina îstiqrar herêmê ye.

Back to top button