Duh jî weke her rojê êriş li ser herêmê hebûn.Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Eboş ê di navbera Til Temir û Zirganê de û gundê Um El-Xêr ê Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Duh derengiya şevê careke din gundên Til temirê rastî êrişên dagirkeriyê hat .
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê El-Eboş ê li bakurê Til Temirê yê li ser rêya Zirganê û gundê Um El-Xêr ê başûrê rojavayê Til Temirê yê li rex rêya M4 ve topbaran kirin.
Droneke dewleta Tirk a dagirker gundewarên Eyn Îsayê topbaran kir
Li aliyekî din li gor agahiyan droneke dewleta Tirk a dagirker maleke şêniyên gundê Fatse yê gundewarê Eyn Îsayê bombebaran kir.
Li herêmê qaşo Rûsya hêzeke gerantore , li hember van êrişan xwe ker û lal dike .
Ev tê wê wateyê ku ew ji van êrişên li ser herêmê raziye.