Piştî Cinêvê, hewldanên çareseriyê yên li hevdîtina Brûkselê jî bêencam man.
Doh hevdîtina Rûsya û NATO’yê pêk hat. Helwesta aliyan a piştî civînê jî weke nîşaneya kûrbûna aloziyan hat binavkirin. Lewma hem Rûsya û hem jî NATO piştî hevdîtinê daxuyaniyên tund lihemberî hev dan.
Di bin siya aloziya Ukraine de, piştî demeke dirêj cara pêşî doh li Brûkselê Konseya Rûsya û NATO kom bûn.
Li ser navê Rûsyayê alîkarê wezîrê parastinê Aleksandr Fomin û alîkarê wezîrê karê derve Aleksandr Gruşko beşdarî hevdîtinê bûn.
Ji civîna 10’ê Çile ya li Cinêvê ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de pêk hat, encama hevdîtina li Brûkselê jî diyar bû.
Lewma eşkere bû ku wê alî lihev nekin.
Ji xwe daxuyaniyên Rûsya û NATO piştî civîna Brûkselê jî nîşaneya vê yekê ne.
Gruşko: Eger NATO ji a xwe neyê xwarê wê zerar li ewlekariya Ewrûpayê bibe
Nûnerê şandeya Rûs Aleksandr Gruşko encama hevdîtinê bi van gotinan raxist ber çavan:
Mosko wê helwesta NATO bi ti awayeî qebûl neke.
Divê were zanîn ku eger NATO ji ya xwe neyê xwarê û dest ji hewldanên zêdekirina hêza xwe bernede, wê ev yek ji bo ewlekariya Ewrûpayê rê li ber encamên xerab veke.
Tevî ku nîqaşeke eşkere û zelal birêve bir jî lê diyar e di navbera herdû aliyan de rojeveke erênî peyda nebû.
Weke encam divê were zanîn ku wê pêwendiyên Rûsya û NATO bi vî awayî dewam nekin.
Stoltenberg: Daxwazên Mosko nehatin qebûlkirin
Sekreterê NATO Jens Stoltenberg jî ragihand ku wan daxwazên Mosko paşde zîvirandine û got:
Di mijara Ukraine de em û Rûsyayê lihev nakin. Fikrên me pir ji hev cûda ne.
Me eşkere di hevdîtinê de ev helwesta xwe bi aliyê Rûs re parve kir:
Ukraine xwedî serwerî ye. Di mijara peymanên ewlekariyê de ew bê bixwe biryarê bide.
Em ê weke NATO ji bo welatên ku dixwazin bibin endam deriyê xwe vekirî bihêlin.
Di vî warî de ti mafê Rûsyayê yê vetoyê tine ye.