Enes Hemîd: Banga ‘çareserkirinê’ xizmeta gelê Sûriyê nake

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Rûken a kantona Hesekê Enes Hemîd li ser van propogandayên hikûmeta Şamê piştrast kir ku aloziya li Sûrî dê bi naskirina Rêveberiya Xweser çareser bibe.

Enes Hemîd diyar kir ku hikûmeta Şamê dixwaze gel ji hev parçe bike û bi rêya derxistina fitneyan hevgirtina civakî têk bibe û got:

“Banga “çareserkirinê” bi kêr nayê. Bi qasî ku xizmeta siyaseta hikumeta Şamê dike, xizmeta gelê Sûriyê nake.

Aloziya li Sûrî bi wê çareser nabe. Tenê naskirina Rêveberiya Xweser dê aloziyê çareser bike.”

Hemîd şêniyên herêmên Reqa, Dêrazorê û herêmên din ên Sûriyê ji “çareserkirinê” hişyar kir û wiha gotina xwe bi dawî kir:

“Çareserkirin projeyeke nixumandî ye û bi armanca derxistina fitneyan e, ji lewma divê sûrî jê dûr kevin.”

Back to top button