Rêveberiya Xweser: Hemû hewildanên hikumeta Şamê heta niha nakevin xizmeta Sûriyê

Rêvebriya Xweser li dijî gotegot û propogandayên dawî yên Hikumeta Şamê ku ew ê li hin herêmên Rêveberiyê vegerin, daxuyaniyek da.
Rêveberiyê diyar kir ku hikumeta Şamê bi van idîayan dest bi siyaseteke nû kiriye.
Û bang li gel kir ku bi gotegotên nerast neyên xapandin, ji ber armanca wê têkbirina ewlehî û têkoşîna gel a demokratîk e.

Dema dawî hikumeta Şamê bi navê “çareserkirin û lihevkirinan” nûçeyên nerast belav dike.

Bi van nûçeyan dixwaze bide nîşan dan ku ew ji bo çareseriya aloziya Sûriyê dixebite û di nav hewldanan de ye.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bersiva van îdia û gotegotên wê da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got:

“Di dirêjahiya 10 salan de hikumeta Şamê rêbazê ku krîzê kûrtir bike û çare nebe dimeşîne.

Armanca wê ji vê yekê ew e desthilat li ser hesabê Sûriyê, gel û pêşeroja wê li destkeftiyan digere.

Hemû hewldanên wê heta vê kêliyê nakevin xizmeta Sûriyê.”

Rêveberiya Xweser: Deshilata Şamê dest bi siyaseteke nû kiriye

Rêveberiya Xweser anî ziman ku desthilata Şamê niha jî hewl dide li herêmên ne dibin kontrola wê de, hebûna xwe xwe rewa bike û wiha domand:

“Hin caran fitne di navbera pêkhateyên herêmê de derdixist, hin caran jî ewlehiya herêmê bi rêya şaneyên xwe armanc digirt.

Êdî desthilata Şamê dest bi siyaseteke nû kiriye.

Ew jî li gorî îdiya wê hewl dide bi rêya “çareserî yan jî lihevkirin” bi awayekî şeklî vegere.

Lê ev yek dikeve xala xapandina raya giştî ya Sûriyê û cîhanê.”

Rêveberiya Xweser: Diviyabû armanca hikumetê ne deshilat, Sûriye û gelê wê bûya

Rêveberiya Xweser da zanîn “Diviyabû desthilata Şamê mijara diyaloga nîştimanî bingeh bigirta û armanca wê, Sûriye û gel, ne desthilatê ba.”

Her wiha piştrast kir ku hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji Sûriyê ne û ji bo diyalogên nîştimanî yên Sûrî jî ew amade ne.

Rêveberiya Xweser: Divê gelê me bi gotegotên nerast neyên xapandin

Dawiya daxyaniyê, Rêvebriya Xweser bang li gel kir ku bi gotegotên nerast ku armanc jê têkbirina ewlehî û têkoşîna gelê demokratîk e, neyên xapandin.

Berî çend rojan bi heman armancê şêx û rûspiyên Reqa û Dêra Zorê jî nerazîbûn nîşanî van hewildanên hikumeta Şamê dan.

Back to top button