Libnan..Zehmetiyên jiyanê, aloziya aborî û xwepêşandanên protestoyî

2 sal in gelê Libnanê di nava lepên aloziya aborî, pirsgirêkên siyaset û zehmetiyên jiyanê de de ye. Xwepêşandanên ku 2 sal in dewam dikin nekarîn rê li ber çareseriyê vekin. Lê tevî vê yekê jî hê gel bi hêvî ye ku wê nerazîbûnên wî rê li ber hin guhertinan veke.

Doh li paytexta Libnanê Beyrûdê li dijî zêdebûna pirsgirêkên jiyanî, gel dîsa li meydanan bû.

Xwepêşandêr, rê li çûnûhatinê girtin û bend danîn.

Beşek ji wan jî êrişî avahiya Bankaya Navendî kir.

Kesên li dijş bankayê bihêrs bûn anîn ziman ku serokê wê Selîm Sefîr malê welatiyan dizî ye.

Ji sala 2020’an ve gelê Libnanê di nava zor û zehmetiyan de ye.

Bi taybet piştî teqîna li Bendera Beyrûdê.

Li gorî gel, edema vê rewşa kambax diziya di nav rayedarên hukûmetê de ye.

Back to top button