Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh serdana paytexta Tirkiyê Enqereyê kir. Ebdulmehdî bi serokkomarê Tirk Tayîb Erdogan re li Enqereyê civiya û piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Serokkomarê dewleta Tirkiyê Erdogan di civîna çapemeniyê de diyar kir ku yekîtiya siyasî ya Iraqê û yekparebûna axa Iraqê hîmê siyaseta Iraqê pêk tîne.
Erdogan got:
Me biryar da ku têkoşîna li dijî PKK’ê, FETO û DAIŞ’ê bi biryardarî bidome .
Her wiha me li hev kir ku em hevkariya leşkerî û peymana baweriyê bi hev re pêk bînin.
Wê boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû têk birin, di demeke kurt de divê were çêkirin û çalak kirin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî got:
Niha pirsgirêkeke ewlekariyê li Iraqê nîne.
Tirkiye û Iraq du welatên cîran in û berjewendiyên wan yên hevbeş hene.
Herçend DAIŞ careke din di nava hewldana xwe-bihêzkirinê de ye jî ; êdî bandora wê gelek lewaz e.
Li Iraqê ti axake di bin desthilatdariya wan de nîne.