Hêzên CSTO yên bi pêşengiya Rûsya ji Kazexitanê vedikişin

Rewşa li Kazexitanê kembax bû, Rûsya û welatên Rojava hatin pêşberî hev. Di bûyerên li Kazexistanê de, careke din Rûsya û Amerîka li hev sor bûn. Piştî bang û zextên zêde, hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ya bi pêşengiya Rûsya dest bi vekişîna ji welat kir. Balafirxaneya li bajarê Almaty careke din ji bo rêwiyan hate vekirin.

Hêzên aştiyê yên girêdayî Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a di bin serokatiya Rûsyayê de dest bi vekişîna ji Kazaxistanê kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê a Rûsyayê ku îro weşandî de, hat ragihandin ku leşkeran erka xwe temam kirine û dest bi komkirina alavên xwe yên leşkerî kirine da ku vegerin baregehên xwe.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê, leşkeran îro danê sibê bi merasîmeke fermî dest bi derketina ji bajarê herî mezin ê Kazexitanê Almatayê kirin.

Tê payîn ku vekişandin di nav deh rojan de biqede.

Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf CSTO piştî aloziya li Kazexistanê bêtirî 2 hezar leşkerên xwe şandibû herêm.

Di daxuyaniyekê de roja Sêşemê, Tokayev ragihand ku hêzên aştiyê wê ji roja Pêncşemê ve hêdî hêdî dest bi vekişînê bikin.

Yekem car Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf li ser banga hikûmetê çalakî pêk anî.

Piştî vê pêngavê Tokayev ji ber destwerdana lezgîn spasiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir.

Her wiha balafirgeha li bajarê herî mezin ê welêt Almaty ku di dema çalakiyan de hatibû girtin îro dîsa vebû.

Li gor agahiya ku rayedarên balafirxaneyê dayîn seferên navxwe û navneteweyî yên ku hatibûn rawestandin dest pê kir.

Lê, Almaty hîn jî di rewşek awarte de ye.

Hefteya borî ji ber zêdebûna bihayê sotemenî, xwepêşandanên girseyî li welat pêk hatibûn.

Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 12 hezar kes hatin binçavkirin.

Tokayev îdia kir ku hêzên biyanî li pişt xwepêşanên ku hefteya borî li Almatyê hebûn.

Bi vê hincetê jî helwesta xwepêşandêran weke darbe binav kiribû û fermana kuştinê ya bê hişyarî jî dabû leşkeran.

Back to top button