Şêx Ednan Ilêwî: Kî mizgeftan hilweşîne ne bawermend e

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê de, ji Weqfa El Beyt a Tepqayê, Şêx Ednan Ilêwî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid nerazîbûn nîşandan. Hat diyar kirin armanca êrişên dewleta Tirk qirkirin û guhertina demografiyê ye.”

Bertek û helwestên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser hêrêmê dewam dikin..

Şêx Ednan Ilêwî ji Weqfa Al El-Beyt a Herêma Tebqa û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid derbarê êrişan de axivîn….

Şêx Ednan Ilêwî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ruxandina mizgefan şermezar kir got:

“Ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî welatên ereban ên din jî ev dewlet zilmê pêk tîne.

Artêşa xwe şand dewletan da ku welatiyên wan qetil bikin, destdirêjiyê bikin û diziyê bikin.

Ev jî li gorî qanûnên xwedê û sineta pêxember binpêkirin e.”

Şêx ednan ilêwî nerazîbûn nîşanî êrişên li ser mizgeftan da

Şêx Ednan Ilêwî xîtabî oldar û navendên zanistê yên li Tirkiyê jî kir û got: “Ma gelo hûn li zarokên koçber, birîndar, sewal û çandiniya ji ber qutkirina avê hişk bûne, nabînin?

We fetweya vê yekê da. Ma gelo hûn nabînin malên xwedê tên hilweşandin?”

Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk qirkirinê û guhertina demografiyê pêk tîne

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid jî derbarê van êrişan de axivî…

Hemdan El Ebid got: “Dewleta Tirk negihişt armancên xwe yên sereke, niha jî ji bo veşartina krîzên xwe yên navxweyî bi balafiran herêmê bombebaran dike.

Hewil dide ku rojeva gelên Tirkiyê bike şer da ku krîza welat jibîr bikin.

Herî dawî êrişî Kobanê kir û zarokekî biçûk birîndar bû û lingê xwe winda kir, gelo ma çi gunehê vî zarokî hebû û çi zirar gihandibû dagirkeran.

Ji vê yekê tê fêmkirin ku dewleta Tirk a mêtinger hewil dide fitneyekê çêke û herêmê ji xelkên wê vala bike û guherîna demografîk pêk bîne.”

El Ebid salvegera dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku nêz bûye jî bi bîr anî û got: “Ew dibêjin wê xelkê resen ê Efrînê vegerînin bajêr. Gelo şêniyên wê yên resen kî ne?

Gelo mebesta wî xelkên Xûta, Dera, Himis an jî Idlibê ne ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî jî bi cih kirin e.

Ev yek bi xwe guherîna demografîyê ye.”

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid bal kişande ser bêdengiya dewletên Ereb jî û bi van gotinan dawî li axiftina xwe anî:

“Dewletên Ereb li hember dewleta Tirk a dagirker derneketin û Qeter jî bi rengekî eşkere piştgiriya teror û dagirkeriyê li Sûriyê dike.”

Back to top button