Cenazeyê Basim Mihemed hat oxirkrin

Îro şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê endamê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed oxirkirin.

11’ê vê mehê endamê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed li kampa Holê ji aliyê şaneyeke DAIŞ’ê şehîd bû.

Ji bo oxkirina cenazeyê Basim îro bi sedan ji şêniyên Hesekê kom bûn û berê xwe dan gundê Şercî yê Hesekê..

Li goristana gund merasîmek hat li darxistin û têde li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Heyva Sor axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku Basim karekî mirovî dikir lê tevî wê jî hat hedefgirtin..

Her wiha sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û di nava sloganan de hat veşartin.

Back to top button