DYA ji ber ceribandina muşekên hîpersonîk ceza li Koreya Bakur ferz kir

Ceribandinên muşekan rastî bertekên DYA hat. Piştî hişyariyan, DYA li dijî ceribandina Koreya Bakur a muşekên hîpersonîk cezayên nû ferz kirin.

Piştî ku Koreya Bakur muşeka hîpersonîk ceriband, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî vî welatî cezayên nû ragihand.

Amerîka, bi hinceta kelûpelên bernameya çek û mûşekan ya Koreya Bakur amade bike, kesên nû li lîsteya cezayan zêde kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku 6 hemwelatiyên Koreya Bakur, 1 welatiyê Rûsyayê û 1 şirketeke Rûsyayê bi sûcdariya ku ji Rûsya û Çînê piştgiriyê didin bernameya çekan a Koreya Bakur ew xistine lîsteyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev gav ji bo ku Koreya Bakur bernameya xwe ya çekan pêş nexe, hatine avêtin û wiha hate gotin:

Ev gav ji ber 6 ceribandinên mûşekî yên ku Koreya Bakur ji Îlona 2021’an ve li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk hatiye.

Ji despêka salê ve, Koreya Bakur 2 muşekên hipersonîk ceribandin.

Hikumeta Koreya Başûr û Japonya jî ev yek piştrast kiribûn.

Back to top button