HPG: Dewleta Tirk hêviya xwe bi bombebaranê ve girêdaye û ti encam bi dest nexistiye

Artêşa Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsana 2021’an ve êrişî başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên Azadiyê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiva êrişan didin. HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di van rojên dawiyê de bombebaraneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. HPG’ê diyar kir ku ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Artêşa Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsana 2021’an ve bi piştgiriya hêzên navnetewî û PDK’ê êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiva êrişan didin û derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên van rojên dawiyê de daxuyaniyek niviskî weşand.

HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk a dagirker bombebaraneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û û got,

“Artêşa dagirker ku hêviya xwe bi vê bombebaranê ve girê daye, heta niha ti encam bi dest nexistiye.”

HPG’ê derbarê êriş û bombebarana artêşa Tirk de ev agahî parve kir,

7’ê Çileyê qadên Qelatuka, Kozîne û gundê Şêxan û ya herêma Qendîlê,

8’ê Çileyê qada Karker ya herêma Zapê,

9’ê Çileyê qada Goşînê ya herêma Xakurkê û qadên Karker û Saca ya herêma Zapê,

10’ê Çileyê qada Girê Heqarî ya herêma Metîna , qada Girê Şehîd Şahîn, Gundê Fileha, Girê Cûdî, Geliyê Kesk û Şehîd Şîlan ya herêma Zapê,

12’ê Çileyê qada Gundê Fileha, qada Kunişka û qada Girê Bahar ya herêma Zapê û derdora Ava Lolanê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button